Home / Haberler / Röportajlar / Serhatiya Çomak bû belgefîlm

Serhatiya Çomak bû belgefîlm

Derhênerên fîlmê Çigdem Mazlum û Sertaç Yildiz pirsa “Çima Îlhan Çolak?” wiha dibersivînin: “Ew 21 yek sal in ku di hepsê de ye. Tam 21 yek sal e, tê darizandin û îro 42 salî ye. Nîvê umrê xwe li zindanan kudand. Me xwest bi rêya vê belgefîlmê balê bikişînin ser rewşa Çolak û ser pêkanînên neheq.

Îlhan Çomak
Îlhan Çomak

Amedekirina belgefîlma “Ê ku şandî: Îlhan Samî Çomak” qediya. Çigdem Mazlum û Sertaç Yildiz derhîneriya belgefilmê dikin û belge film behsa serhatiya Îlhan Samî Çomak ê 21 salan girtî, dike. Belgefîlma ku ji nameyên Çomak hatiye hûnandin, namêyên Çomak ji di belgefîlmê de ji alî Muhammet Uzuner ve tê xwendin.

Îlhan Samî Çomak ev 21 sal in ku girtî ye û hê jî tê dadgehkirin. Di 22´yê Kanûnê de li Dadgeha Çaglayan a Stenbolê, Dadgeha Cezayê Giran rûniştina dozê pêk tîne. Derhênerên belgefîlmê Çigdem Mazlûm û Sertaç Yildiz derbirîn ku bi vegotina çîroka ferdî ya Çomak xwestine daqulin rewşeke civakî. Jixwe serhatiya Çomak mînakên wekî êşkence, dadgehkirina neadil, şert û mercên dijwar ê hepsan, binpêkirina mafên mirovan ku di dîroka Tirkiyê de ciheke sereke dadigrin, dihewîne.

Kurteçîroka dîroka Tirkiyê ye

Derhênerên fîlmê Çigdem Mazlum û Sertaç Yildiz pirsa “Çima Îlhan Çolak?” wiha dibersivînin: “Ew 21 yek sal in ku di hepsê de ye. Tam 21 yek sal e, tê darizandin û îro 42 salî ye. Nîvê umrê xwe li zindanan kudand. Me xwest bi rêya vê belgefîlmê balê bikişînin ser rewşa Çolak û ser pêkanînên neheq. Jixwe dîroka Tirkiyê bi kesên ku mafên wan hatine binpêkirin, li rastî neheqiyan hatine, mişt e. Her wiha serhatiya Îlhan Samî Çolak, mirov dikare bibêje ku kurteçîroka dîroka Tirkiyê ye.”

Bi nameyan tevlî projeyê bû

Her wiha derhêneran qala pêvajoya amedekirina belgefîlmê kir û got, hevdîtînên bi Çomak re bi rêya nameyan pêk hatiye û her qiqasî li hepsê bû jî, ji serî heta dawiyê tevlî projeyê bû. Her wiha derhêneran diyar kir ku ji bo çêkirina belgefîlmê bi malbata Çomak û parêzêrên wî re jî hevdîtin pêk anîne, nexasim birayê wî yê mezin Nazim Çomak di pêşxistin û çêkirina belgefîlmê de alîkariyeke mezin daye wan.

Belgefîlm. Çomak bi xwe jê biriye ber bi zarokatiya wî, ciwantiya wî, û derî ji rêwitiyên nû re vekiriye. Derhênêrên belgefîmê bi bîr dixin ku ji bo belgefîlmê Çomak bîranîn xwe yên taybet jî bi wan re parve kirine û bi rêya belgefîlmê borîroja xwe dîsa jiyaye.

Li hundir û derveyî Tirkiyê tê nîşandan

Herî dawî derhêneran derbarê dema danîşana belgefîlmê de agahî dan: “Fîlm bi qedandina tevnsaziyê dê di serî de li Stenbolê were nîşandan. Dû re jî li hundir û derveyî welat li gel hin festîvalan li gellek bajarên cihê bê nîşandan. Heta ji me bê em ê hewl bidin belgefîlmê bigihînin gellek kesan. Her wiha em dixwazin tiştekî zêde bikin li têkoşîna hiquqî ya Îlhan Çomak a 21 salan. Em hêvî dikin bi mîsyona xwe rabe ew fîlm.”

Îlhan Çomak kî ye?

Îhsan Samî Çomak sala 1973’yan li navçeya Çewligê Kanîreşê tê dinê. Sala 1994’an piştî di binçavan de di êşkenceyên giran re rû bi rû ma, hat girtin û ew birin Girtîgeha Bayrampaşa a Stenbolê.

Di pêvajoya dadgehkirinê de îfadeyên bi êşkencê alî polêsên Tirk amede kirî, esas girtin û bêyî delîleke din, sala 2000’î cezayê muebbetê lê hat birrîn.

Pîştî Dadgeha Bilind cezaya wî pesend kir serî li Dadgehên Mafê Mirovan a Ewrûpayê da, û Dadgehên Mafê Mirovan a Ewrûpayê biryara ’pêvajoya darizandinê adîl pêk nehatiye û divê ji nû ve bê darizandin’ da, sala 2013’an ji alî dadgehên Tirk ve ji nû ve hat darizandin. Tevî ku parêzerên Çomak daxwaza berdana wî kir, lê dadgehê bi hinceta “reşkirina delîlan” biryara dewama girtina wî da. Danîşîna dawî wê di 22’ê Kanûnê pêk were. Her wiha Çomak xwedî 4 pirtûkên helbestan e jî.

SUNA ALAN/LONDRA